Em hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.
Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.
Zarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa “e” û “ê”, “v” û “w”, “k” û ...