Ronayî Onen di vê xebata xwe de, di zemîneke teorîk a aloz de, rêça pêvajoya netewesaziyê digerîne. Mijarên bingehîn ên pirtûkê kovara Hawarê û rewşenbîrên kurd in ku li dor vê kovarê hatine gel hev û ji bo netewesaziyeke bingeh-zimanî têkoşiyane. Li gel ku tercîha wê ya têgîna netewesaziyê nîşan dide ku di têgihîştina neteweperweriyê de tercîheke dozîneyî ya li gel nêzîkayiyên sazkar helwest girtiye, dema ku mirov pirtûkê dixwîne dixuye ku wateya ku wê bixwe li têgîna sazkirinê bar kiriye ji wa ...