Zeynel Beg, Îhsan Colemergî"Xebereke nebaş kêfa zozanîyan verevand. Begzade Zeynelê ku hatibû hêla Lêwînê, alîyê Şaxê, Elkê, Nûdizê, Celo û Bazê 2500 çekdar kom kiribûn, ji bo dagirkirina zoma bavê xwe di rê de bû. Mîr Melek ji nişkan ve pê hesîya. Piranîya çekdarên wî yên ku tevlî cenga Geverê bûbûn vegerîyabûn malên xwe. Ji bo ewlekarîya kelatê û zozanan tenê hezar û pêncsed çekdar di bin destên wî de bûn. Biryar da ku li ber xwe bide. Her du hêz ji bo ku jin û zarok zîyanê nebînin li Deşta En ...