Mebest ji berhevkirin û nivîsandina vê mijarê ew e, ku neviyên nû yên neteweya me der barê kelepûrên herî girîng û kevnar ên neteweya xwe de xwediyê zanyariyên puxteyî û rast bin.
Ev agahî û zanîn, pişta xwe dide wan kesan, ku hestên wan ên neteweyî pirtir bin û hewl bidin û bitêkoşin ji bo pêşxistina neteweya xwe, da ku ji hemû cîhanê re biselimînin, ku ew zarokên layîq û jêhatî yên bav û bapîrên xwe ne, hewl bidin sûdê ji ezmûna şaristaniya raborîya pêşiyên xwe wergirin û dersan ji wan ...