Piştî sê salan ji nû ve merheba. Sê sal berê bê xatirxwestin û bêyî ku derdê xwe bibêjin, me weşandina Zaremayê sekinandibû. Sedema vê dibe ku ev be ku wê demê hesta tenêtî û bêhêvitiyê bi me girtibû û me îhtimala rasthatina li mixetabên xwe pir kêm didît (behsa yek du kesan nakim). Helbet a girîng ew e ku mirov di nav bêhêvitirîn şert û mercan de bikaribe ber bi armanca xwe bimeşe, biafirîne. Lê taqeta mirov jî sînorekî wê heye. Divê ev jî bê gotin, piştî ku weşandina Zaremayê wek matbû s ...