"Ev qeraxa ku em raserî wê ne, li devereke welatê te yê azad e, ev der xût cinet e, qûm qûma welatê te ye, mirovên li qeraxê, giştik Kurd in, wekî ku ji te ve jî xuya ye, bêziman in, piştî ku zimanê wan ê dewlemend yekcaran ji holê rabû, ev qezîya reş bi serê wan de hat. Ji zû de ye ku bi saya serê qaqlîbazan pêwendîyê li gel hev datînin, loma bi kom û kulfet tên qeraxa vî şetî, ji kewa sibehê heta hingora êvarê li vir in, ev jî tişteke nû ye bo me Andromedayîyan..."
Di Xeybê de, Şene ...