Di dîroka her milletî de şexsîyetin hene dibine nasname ji bo gelê xwe. Vêca heke ku em bixwazin Ehmedê Xanî bi cumleyekî tarif bikin dikarin bêjin ku Xanî, nasnameya gelê xwe ye. Kesê bixwaze bîr û bawerî, 'urf û 'edet, îlm û îrfan, edebiyat û huner,
hest û tebî'etê Kurdan hîn bibe pêwist e ku berhemên Ehmedê Xanî bixwîne û li mîrasa wî meyze bike.
Xanî ji bo gelê Kurd, ji bo ziman û edebiyat û çand û dîroka Kurdan ne hema şa'irek e, edîbek e, rewşenbîreke yan 'alimek e; ...