westiyam, xem û hesreta koçerên me yên reng-qemirî
li mêrga sîngê min hate nexşandin
ji ber wê ye awazên min bi miqama payîzok,
meşa min di beza werdekê de ye…
ferhenga min hilhilî, dilê min guvişî, bedena min derizî,
kirasek li min kirin, çaroxek ji mûyê hespan
û sê cara ruhê min seyandin bi pifa derwêşan
çi ku gemur û tehl e tama derengmayînê li sibehan