“Dibêjin, yekem derman û mecalê jiyanê ew e, wekî nehêlî bîranîn ruhê te bikojin. Dibêjin, dem her tiştî tedawî dike, rast e; ez bawar dikim, lê ne axir bîranîn wek barekî giran ser pişta te ne, ji kîjanî tu nikarî rizgar bibî. Tu wî barî nabînî, lê bêy xastek û razîbûna te, kû da herî ew bi te ra ne, bi te va dizeliqe, te bernade heta ku te ji hal bêxîne. Ka bêjin, kerema xwe, çi bikim, gelo gunehkar im, wekî zekîra min heye?” Aslîka Qadir Aslîka Qadir di vê berhemê de boxçika jiyana xwe vedike ...