Kitêba Rohat Alakom, ‘‘Torin Arîstokratên Serhedê'' di nav weşanên Avesta de derket. Mehmet Ali Aslan di pêşgotina kitêbê de wiha nivîsandiye: ‘‘Pirtûka Rohat Alakom ya derbarê malbata Torinan de xebateke balkêş û kêrdar e. Wek nivîskar jî dide diyar kirin, ev xebata wî ji nîqaşan re vekiriye. Lê belê divê ev babeta bihata vekirinê, Rohat Alakom pêşengiya vê yekê kiriye. Serpêhatiya malbata Torinan beşekî dîroka coxrafya ku kurd lê dimînin, pêk tîne. Torin eşîrek nîne, qebîleke an jî malbateke b ...