Destpêka Xwendinê ji 6 fasîkulan pêk tê. Di her fasîkulê de komek tîp hem ji hêla deng ve, hem jî ji hêla nivîsandinê ve ha- tine nîşandan. Di fasîkula yekemîn de bo destpêka nivîsandinê, ji bo zarokan xêzên cuda hene. Di pirtûkê de heta nehan dan- asîna jimaran jî hatiye kirin. Ji çand û folklora Kurdî mamik û zûgotinok û helbest jî di nav pirtûkê de cî girtine. Wêneyên pi- rtûkê ji hêla Qerbelek û Ozenç Kılıçkaya ve hatine amadekirin.