Çîroka Tom Sawyer a nivîskarê Amerîkî Mark Twain, di sala 1875’an de hatiye çapkirin. Tom, sêwî ye û li ba xaltîka xwe dijî. Zarokekî îsyankar, ingirokî, fêlbaz û şerûd e. Ji bo ji cezayên lê tên birîn xelas bibe, tiştên werê dike ku mirov heyr dimîne û axirê her tim xwe bi xelasê dixe. Bi wan xeyalên xwe yên dorfireh, li çeman, li daristan, şikeft û giravên razdar wekî lehengekî dijî. Lê gava ji vê jiyana
sêrdar dertê, Tom li gundê Missouriyê yê St. Petersburgê cardin dibe zarokekî nehs. ...