eskerê boyîk, di çîrokên xwe de, him "bûyer" ji xezeba şîroveyê xelas kiriye,
him xwendevan ji guhdarîkirina çîrokên do.
awireke modern li zimanê rojane zêde kiriye, û bi zimanê rojane berê me daye tabloyên zindî,
ku qewmîn û zirrbobelatên ecêb di nava xwe de dihewîne.
di çîrokên wî de, "bûyer" ne li do ne. zindî ne, û di vê gavê de, li ber çavên me diqewimin.
na, na, em bi xwe jî di nav de ne. heta bi ruhê me jî dişewite,
û em bi bêhna ruhê xwe'y birajtî dihesin.