Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên ...