Wek şaxek ji hunerên bedew, metnên menzûm ên edebiyata Kurdî ya klasîk ji aliyê estetîka derekî û navekî ve dibin qada lêkolînên zanistî. Di metnên klasîk de estetîk û huner herî zêde di ruxsara metnê û aliyê wê yê derekî de xwe dide der. Bêguman di edebiyata klasîk de tema û mijar ku hêmanên bingehîn ên naverokê ne girîng in, lêbelê xweseriya vê edebiyatê herî zêde di estetîk û hunerê de ye. Ji ber vê taybetiyê ye ku di metnên klasîk de wate her dem digel forma xwe tê parastin, lêbelê di metnên ...