Beşek Ji Pêşgotina Pirtûkê
Gava mirov rewşa hînkirina Kurdî dide ber zimanên din, xebatên hînkirina Kurdî di sedsalên 17, 18 û 19an de bi gelemperî bi saya medreseyan ve û bi elfabeya Erebî bû. Hînkirina heyî jî ne li gorî rêbazeke yan jî saziyekê bû, li gorî kesên berpisiyar û zimanperweran bû. Ehmedê Xanî di vî warî de yek kes e ku berhemên wî di medreseyan de dihat xwendin û di warê neteweperbûnê û hînkirina zimên de ji bo gelek kesan bûye çavkanîya îlhamê. Rewşa hînkirina Kurdî li ...