Di tuwaletê de bûm
Zilamê di neynikê de çiqas bêkêf bû, ya star!
Em herdu jî betilîbûn ji kar û ji patronan
Em ê çawan bigihiştina odeya xwe
Ji bo odeyan mezel jî tê gotin
Di be ku di mezel de ew ê dev ji me berdin
Guhên min diêşiyan bi bihîstina gotinên wan:
Em malbat in!
Em ne malbat in
Ne ez, ne em, quzilkurt jî nîn in.