Li kêleka peyarê kevirekî reş î xweşik bala min dikişîne. Xuya ye ji asfaltê rabûye. Çendekî wisa li
kevir dinêrim. Gelo kîjan çalakvan dê vî kevirî biavêje. Lê tu kes nayê wî kevirî ranake. Çavên min
di kevir de asê mane. Edî ez nema li tiştekî din dimeyzênim. Kevir ji min re bûye derd. Ez di dilê
xwe de dibêjim, divê yek vî kevirê xweşik biavêje. Lê tu kes wî kevirê rindik nabîne. Ji vir de ji wir
de keviran tînin û diavêjin, lê wekî ku ew kevir nayê dîtin kes dest nadi ...