Îlhamî Sîdar, di romana xwe ya yekem a Kurdî ‘Tehma Xwelîyê’ de bi şêwaza xwe ya helbestî xwendevên bi rêwîtîyeke ruhanî li dîyarên egzotîk digerîne û serpêhatîya ruhî vedibêje. Lehengê romanê di 18 salîya xwe de dertê pêşberî me û wekî arîstokratekî di salên 1516’an de li Stenbolê dest bi serpêhatîya xwe ango dest bi rêwîtîya xwe dike. Nivîskar di vê rêwîtîyê de nakokîyên dertên pêşîya leheng yeko yeko ji hev vediçirîne û şikestinên leheng, bi awayekî lixwegerîna ruhî ya hûr û kûr, di rêwîtiya ...