Şer, zilm û koçberî; axirî, dagîrkerî bi tenê jiyana xizanan şerpeze nake. Ew, herweha jiyana wan kesan jî serobino dike ku berî van qewimînan jiyaneke wan ya maqûl hebû, di civatê te de xwedî qedr bûn û ew potansiyela wan hebû ku dikarîbûn pê ew civat veguherandana. Jan Dostê ku romannivîsekî hoste yê zimanê me ye, vê carê, bi çav û devê Kamîranê piçûk, bi hûrnihêrîneke dilzîz berê me dide çîrokeke rastîn; Dost, wextê dagirkirina Efrîna kesk/Efrîna zeytûnan û bi mînaka malbata Kamîranê zarok, t ...