Ev berhema Profesorê Kurd ê navdar, Qanatê Kurdo, a bi navê “Tarîxa Edebiyata Kurdî”, yek ji serektirîn berhemên Kurdîya me ye ku di warê lêgerîn û lêkolînên li ser dîroka wêjeya Kurdî (Kurmancî-Soranî) de hatine nivîsandin.
Profesor Qanatê Kurdo yê ku bi Kurdî û Rûsî di warê lêkolîn û lêgerînên dîroka wêjeya Kurdî û zimanzanîya Kurdî de birek berhem afirandine, ku hîn jî ji wan tiştekî pir kêm li Bakur hatine çapkirin- berî niha bi sih û pênc salan, ji ber pêwîstîyeke bi vî rengî, di ...