Zarokan di kolanan de dida pey bêhnê û hewl didan di nav herdu destên xwe de bêhnê zeft bikin. Her ku destên xwe dirêjî bêhnê dikirin, bêhn ji wan bezatir dibû, difiriya. Li ber çavan bû bêhn lê ewqasî jî dûr. Çawa ku av di cihê xwe de nasekine û her diherike, bi heman awayî bêhna şênber jî di cihê xwe de neditebitî. Serî li her kesî dida, dibû mêvanê hemû mal, kolan û taxan lê nedibû ya tu kes û deveran. Bêhneke şênber û azad, wekî perikekî li ba dibû, dil û hinavên mirovan ditiqtidand.