Berhema nû ya Ciwanmerd Kulek, Strana Şev û Rojekê di nav weşanên Avesta de derket. Strana Şev û Rojekê Ciwanmerd Kulek di vê berhema xwe de me dibe destpêka gotinê û qelema xwe di rengên dî ên edebiyatê dadike. Gotin vedigere deng û bi kilam, nihurandin û dûrikan durr û mirwariyên dengên edebiyata devkî û gelêrî cardî li ber çavên me radixîne. Dema ji tûrikê zargotinê bi temayeke wê ya herî takekesî û cawîdan, ango bi evînê, li ber guhê me dipistîne, ji wê yekê jî namîne ku hem silavekê bide şê ...