tu stêrka nava sêvê
tu bêhna evîna şevê
tahma pincarên biharê
ku her kes pê nizane
ka li kîjan quncikê deşt, gelî û newalan veşartiye.
Mem Bawer, di pirtûka xwe ya sêyem ya bi navê Stêrka Sêvê de, xwestîye ku xwendevan li hêmayên veşartî yên jîyana xwe bigerin. Pirtûk bi tarzeke cuda hatiye nivîsîn, navê helbestan tune ye, ya rastî navê helbestan jimar in. Rêzên her helbestê bi qasî hejmara wê ye. Helbest bi zimanekî sivik hatine nivîsîn. P ...