“Tu dizanî Xalo Kuheylan, her bajar bo me Stenbol e. Ku zarokek mabe li tariyê û di kuçeyên teng de rêya xwe winda kiribe, ew der Stenbol e. Xortê ku xwe li serpêhatiyan diqelibîne ji bo ku xoşewîsta xwe ya berê bibîne, nêçîrvanê ku dikeve pey eyarê roviyê reş, keştiya ku ber bahozê dikeve, pismîrê ku dixwaze dinyayê wekî dir û gewhereke spî têxe kefa destê xwe, serhildêrê dawîn ku sond xwariye çok daneyne, keçika ku ji malê reviyaye bi xeyala dê bibe stranbêj, zikmezin û stûqalind, diz û şair, ...