Di çîrokên kupkurt ên Ildiz de taybetiyeke giring xwe dide der ku meriv dikare wekî krîtereke serkeftinê ya ji bo
vê cureyê qebûl bike: Gava xwendina çîrokan xelas dibe, çîrok bi xwendevanan dest pê dike. Bi gotineke dîtir ev
çîrok, ji bedêla ku bi dorsînoriyeke çar-pênc hevokî an jî yek-du pasajî çîrokekê ji xwendevanan re vebêjin, çîroka
di dilê xwendevanan de derdixin holê û bi vî awayî temam dibin. Balkêş e û nivîskar tim dilê xwe dibijînin vê
rewşê.