Rojek pêş civînê hêdî hêdî mîrên zend û êlên nêzîk hatin. Mîrên: Kurecîyan, Kawîyan, Girêşûrên manî, Atmîyan, Çeqelan, mîr Şamik ê Çûxreşan û Mustafa yên Alxasan hinek ji wan bûn. Piştî nîvro mîrêmîranî Reşîyan, bi yên Sinemilan û Topan ve hatin. Piştî wan mîrên: Îzolan, Bertîyan, Tîrkeşan amade bûn. Devdevê êvarê jî mîrêmîra yî Qeregeçîyan û mîrên: Şêxan, CelikîDelikîyan, Sewêdîyan, Têrîkîyan, Şamîyan, Tîtkan, Şadîyan hatin. Herî dawî jî mîrêmîran î Canbegan yê li deşta Qonyayê dijîn hat. Bi wî ...