Îhsan Colemêrgî bi Şîna Şengalê dîroka ol û gelên li herêmê bi kurtayî tîne bîra me û piştî wê jî derbasî bahskirina Êzdîtî û Êzdîyan dibe. Nivîskar ji bilî dîroka olan û gelan bahsa serdema avakirin, dagirkirin û belavbûna DAÎŞ'ê jî dike. Di mijarên dagirkirin û belavbûna DAÎŞ'ê de hûn ê hûrgilîyên kuştin, revandin, olguharandina bi zorê û firotina jinan bibînin. Nivîskar di vegotina dagirkirina gund û bajarok û navçeya Şengalê û qirkirin û jinrevandinan de bi piranî ji serî heta dawîyê bahsa s ...