Ez ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa’iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa’ir lê baniyaye û exlebe ji her şa’irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteya ...