Siddhartha wekî berhema sereke ya nivîskarê xwedîyê Xelata Nobelê Hermann Hesse tê hesibandin. Siddhartha cara yekem 1922an de derket, û heta niha bo 54 zimanan hatîye wergerandin. Siddhartha ji bo xwendevanan bangewazîya avakirina jiyaneka nû dike. Hesse di Siddharthayê de bi vegêraneke mîstîk û bi şêwazeka helbestî salên ewil ên jiyana Buddha vedibêje. Siddhartha dixwaze bigihîje agahîya rastin û bibe Buddha. Ji ber vê ji malbata xwe ya esilzade vediqete tevlî çîlekêşan (samanan, parsekan) di ...