"Şibake" hem navê pirtûkê ye hem jî navê çîrokê ye, ev çîrok di 11. Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kûrt de hêjayî xeleta hatibû dîtin. Nivîskar Serdar Komurcu du sal li ser hevdû di vê pêşbaziyê da xelat bidestxistiye. Lewma wî vê pirtûkê diyariyê Şerzan Kûrt kiriye. Serdar Komurcu heya vêga 4 roman bi tirkî û 2 du pirtûkên çîrokan jî bi kurdi nivîsandiye. Di çîrokên pirtûka Şibake de diyar e ku nivîskar her diçe li nivîskariya xwe zêde dike. Di pirtûkê de 10 çîrokên ji aliyê teknikê û mijarê de ji ...