Elwanu‘l-Hal, deqa destnivîs a helbestên “Ibni Xerîbê Çermexanî” cara yekem sala 2019an ji aliyê Dr. Hadî Bîdekî va li Îranê li Bijnûrda Xorasanê hatiye teshîhkirin û bi du rênivîsên farisî û kurdiya aramî di sê cildan da hatiye çapkirin. Cilda yekem; Şewqnameya Kurmancî, cilda duyem; Helbestên farisî û cilda sêyem; Helbestên kurmancî yên din. Me di vê berhemê da pêşgotina farisî ya berê wergerandiye kurmancî û hevrê digel nivîsa helbestên cilda yekem û sêyem û bi hin pêdaçûn, sererastkirin û gu ...