Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, hem yekem romana Dilawer Zeraq hem jî yekem romana Sêyîneya Winda ye ku nivîskêr sêyîne bi du romanên dî (Mirina Bêsî-Nexşên Li Giyan) tevav kir. Romana Şevên Winda Wêneyên Meçhûl, di ser têkiliya jina Tirk Yasemîn û jina Kurd Seyran re, ku di kombûneke Dayikên Şemiyê de hev nas dikin, êş û azara dayikên şemiyê ku ew di payîna windayan de dikişînin, qal dike. Her wiha, di romanê de em pê dihisin ku, êş ne tenê êşeke takekesî ye û loma jî, çi çaxê hîskirin û pêjnkirina ...