Serpêhatiyên Kurdan, çîrokên rasteqîn in; hatine bihîstin, çavdêrîkirin, tecrûbekirin an ji çandeke hevpar hatine wergirtin. Ji wan jiyan, zanebûn û tecrûbeyên “zemanekî” difûre. Lê hinek jî ji ber vê qederê, ev serpêhatî îro ji me pariyekî dûr dixuyin.
Wekî ku Walter Benjamin ji bo çîrokên Nikolay Leskovê ku li hemû Rûsyayê geriyabû û çîrokên xwe nivîsîbû, dibêje ku em îro hatine dawiya hunera çîrokbêjiyeke wisa; ji ber ku “tecrûbe” wekî berê ne biqîmet e, neqilkirina wê wekî berê bi hêsa ...