Înan Eroglu vê carê doza du bêhnan li xwendevanên xwe dike: yek ji bo "Serpêhatiyên Înanolo" û ya din ji bo "Çîrokên Din". Her dîsa bi wê meraqa xwe ya azmûnî ya di kitêba Têbîniyekê (2019) de, vê carê jî berê xwendevanên xwe dide erdên bi sur ên bi deng, rastî û xeyalan meyinandî. Helbet, tevî hin cihêrengiyan: serpêhatiyên têrbûyer, vegotin û zimanekî sade û siviktir mazûvaniya çîrokên vê kitêbê dikin.
“Li derve qarewara zarokan e. Hevalên wî bi gogê dilîzin. Simaîlo gazî dikiyê ji ...