“Çavên xaltîya Dilşayê çûn li ser pencereyê lûsiyan.
Çavên Şermînê jî çûn li çarnikalê odeyê gerîyan…”
“Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana
Û awirên Şermînê li rojava…”
ŞERM, him îhlalkirina sînoran e, him meşrûkirina îhlalkirinê ye. Bûnewerî û jîyana derve vexwendîye nava xwe û bûnewerî bi saya vê vexwendinê gihîştîye hebûna xwe. Hebûna bûnewerîyê barekî giran e helbet, êş û kuleke mezin e. Şermê tam di vir de dest bi îhlalkirinê kiriye; lewra ji bo êşa ...