Eliyê Herîrî yek ji pêşengên şa’irên klasîk ên Kurd e. Jîn û serpêhatiya wî jî wekî ya gelek zana û edîbên Kurd bi berfirehî nehatiye zanîn. Tiştê ji wî gihiştiye me bi tenê nêzîkî deh şi‘rên wî ne!
Çavkaniya yekem a ku qala Eliyê Herîrî kiriye Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye. Xanî, navê Herîrî digel şa’irên me yên mezin -Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran- aniye zimên. Lê tu agahî derbarê wî de nedaye. Piştî Xanî, ji 150 salî bêhtir kesê ku hinek zanînên kurt derbarê wî de daye Mela Mehmûdê Ba ...