Şerefname jêdereke esasî ya dîroka Kurdan e; ji aliyê dîrokzan û hikumdarê Mîrektiya Bidlîsê Şeref Xanê Bidlîsî ve di sala 1597an de bi zimanê Farisî hatiye nivîsîn.
François Bernard Charmoy -ku wergêrê Şerefnameyê yê bal Fransî ye- derbarê girîngiya wê de wiha dibêje: “Rêbaza dîrokzaniya Şerefuddîn, ji uslûba bi şetafet a dîrokzanên Rojhilatî dûr e, sade ye û herikbariyeke mezin di xwe de dihewîne. Meriv di rîwayetên tê de neqilbûyî de, rastî pir kêm nakokiyan tê.” Herwiha Kurdologê navda ...