Ji serdema ku ev sone hatine nivîsîn û çapkirin û belavkirin heta bi îro, li gel lêkolan û vekolanên ku li ser şanonameyên wî hemûyan bi azîneyeke çeperastî hatine kirin, der barê soneyan de qiyametek şirove hatine kirin, şerh çêbûne, her disîplîneke zanistî xwestiye pêka (bi yeka) xwe ranêzîkî soneyan bibe. Lê her çend, ji helsengandinên teolocîk bigirin heta bi yên li ser mijara cinsiyetê, ev aloziyên nirxandinan li derinan bigihîjine hev jî, gava ku em mekanîzmaya pêkhatina şi’rekê ji bîr nek ...