Ev malbata ku ji welatê xwe, ji ber zilm û zorê bazdan, lêbelê li welatekî din ji gelê xwe re bûne hêvî û sitar û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê nivîsandin; tevî gelek zehmetiyan jiyana xwe di ber alema Îslamê de derbas kirin. Ji kesekî re çiqas cihê şanazî û rûmetê ye ku dost û neyarên wî kesî, tev li ser wî û dadmendiya wî yek deng bin. Hetanî roja îro, hem dostê Selahedîn hem neyarên Selahedîn li ser Selahedîn bi dehan belkî bi sedan pirtûk û film çêkirine. Belê kesek zêde li ser jiyana wî ...