Sê Sirgûnên Peymana Lozanê: Elî Îlmî, Zeynelabidîn û Mesûd Fanî, yek ji rêzeyê xebata bîyografîya navdarên Kurd e ku mêj ve li ser dixebitim. Di vê kurte pêşekîyê de naxwazim gotinê dirêj bikim, tenê dixwazim li ser Peymana Lozanê çend hevokan rêz bikim. Hevdîtinên Peymana Lozanê, di 21ê Çirîya Paşîn a sala 1922an de dest pê kirin, nêzê sal û nîvek dewam kirin û di roja 24ê Temûza 1923an de peyman hate îmzekirin. Peyman di bin bandor û gefên belavbûna Şoreşa Bolşewîk de hate îmzekirin û bi îmzek ...