Di vê kitêbê de bi navê Qapût, Kolana Navayê û Poz sê çîrokên Gogol hene. Ji van çîrokan çîroka Qaput, hem li Rûsiyayê hem li cîhanê gelek navdar e. Dostoyewskî bi xwe jî dibêje: Em hemû ji Qapûta Gogol derketin. Dostoyewskî, hîn wexta ku nivîskarekî ciwan e wexta romana xwe ya yekemîn diqedîne, wê romana xwe dide hevalekî xwe yê rexnegêr û jê re dibeje: Hele vê romana min bixwîne, ka çawa ye? Hevalê wî di cî de dest bi xwendina romanê dike û di derengiya şevê de, romanê diqedîne. Hevalê wî ewqa ...