Min dizanî ku êdî ez di destê vê êşê de hêsîr û belengaz im û heta ku qewlê min û kişandina wê neqede her kêliya jiyana min wê bi vê êşa dilê daxkirî bibihure li min. Lê car dibû min bextewarî û kêfxweşî ji wê êşê pê ve nas nedikir. Hemû stran û helbestên melankolîk ji bo min derman bûn. Lewma jî min hemû fîlmên ku me bi hev re temaşe kiribûn dianîn bîra xwe û ku ez careke din temaşe bikim. Hemû avahiyên ku me bi hev re saetek, rojek an jî şevek lê derbas kirî, ji bo min perestgeh bûn ku ji bo k ...