berperê wê defterê vede
tê de “çirk” ji pêsîra dayê diwerin
ezman dergehên xwe dadide
jê de tên xwarê kurmên sêvxwarî
sêvên kurmgestî
diranên bi mizê sêvê kitrî: kêzê kete rêzê
rezên beyar bi çendî çend nixteyan zêwirîn
dayê “guliyên xwe kurr” kirin, bayê li ser hinarûkan vedan bisk
kezî li keserê badan keçikên çavxezalî; ew ên karîxezal
di lepên çepel de bî; te nego şengebî