Lêkolînên li ser qadên cuda yên çanda kurdî, dewlemendiya mythos û destanên vê çandê bi zelalî nîşan dide. Di vê çarçoveyê de dikare bê gotin ku çanda kurdî xwedî hemû cureyên mythos û destanên neteweyî yên lehengî ye. Afirandina dinyayê, çêbûna insanî, çîroka damezirêner, çîrokên lehengên kevne-mînak û hwd. di çanda devkî û nivîskî ya kurdî de bi awayekî kûr hatine gotin. Yek ji sahayên edebî ku çîrokên jor tê de xuya dibin, Şahnameyên Kurdî ne. Şahnameyên Kurdî, neynika tarîxa efsanewî, serhil ...