Çiya. Welat. Ax. Dost. Jiyan. Vejîn. Hebûn. Şer. Mirin û cardin welat. Ey welat, ez di hembêza te de me. Di dilê te de me. Em bûne yek. Giyanê min. Hestê min. Canê min. Radestî te ye. Ji bo te fedaye. Ey welat, hêzê bide min. Henaseyê bide min. Bi destê min bigire. Min rake ser piyan. Ronahiyê bide min. Rê bide min. Rê, li ber min veke. Nehêle, ez li ser vê axa germ bimirim, da ku ez destanê êş û xemgîniyên te, janên te binivîsim. Min ji xewa mirinê hişyar bike. Da ku strana azadî û berxwedanê b ...