Çapemenî û medya, berhem û wesîteyê dema modern ango dema netewedewlet in. Medya kurd jî, bi tevî pêşketina fikra neteweyî ya kurd dest pê kirîye. Dema em dibêjin medya, bêguman qesta me tenê kovar û rojnameyên wê demê ne; çimkî wê demê radyo û televîzyonên kurdan tune bûn. Dewra destpêka medya kurd, rastê salên dawî yên dema Împeretorîya Osmanî tê. Dewra piştî împeratorîyê yan jî dewra netewe-dewletê jî berdewamîya vê pêvajoyê ye. Rojnamegerîya kurd, li dervayê welat û ji dûrê civak û coxrafya< ...