Cildê sêyem e “Roja Nû û Edebiyata Kurdî ya Gelêrî” ku ji Dûrik, Qewl, Lorî, Methelok û Mamikan pêk tê, derket. Berhem ji aliyê Necat Keskin ve hatiye amadekirin. Rojnameya Roja Nû ji hêla Kamiran Bedirxan ve li Bêrûdê di navbera salên 1943-46an tê weşandin. Zimanê rojnameyê kurdî û fransî ye û bi tevahî 73 hejmar derçûne. Herçiqasî rojnameyeke siyasî be jî tê de têra xwe cureyên edebiyata kurdî ya gelêrî jî cih digirin. Ev yek jî wê hesasiyet û nêrîna Kamiran Bedirxan a li hemberî edebiyata gel ...