Ev kitêb kurteyek e ji hin mijarên ku ez di bîst salên dawîn ên pratîka xwe ya di honak, şano, rexne û fêrkirina wêjeyê de bi heweseke mezin di nav de me. Ji bo kesên ku ev kitêbên min Homecoming (Vegera Malê), Writers in Politics, Barrel of a Pen û heta Detained: A Writer's Prison Diary xwendibin, dibe ku bi wan re hesta déjà vu çêbibe. Bertekek wisa wê ji rastîyê ne dûr be. Lê ew dersên ku ev kitêb xwe dispêrê, şens da min ku hin pirsgirêkên sereke yên di wêjeyê de ku ez li vir û di berhemên b ...