Nexweşxaneya Jinan û Zarokanînê
Suzan, Frau Adler, Sabîra, Turkan Aydin û Maî Lîn… Odeya Jinan.
Riya Hûndirîn a Gülsen Gülbeyazê rasterast romaneke jinan e ku behsa serboriyên pênç jinan dike. Jinên ku yan zaroka wan ji ber wan çûye, yan malzaroka wan hatiye betalkirin yan jî kurtaj bûne. Ev pênç jinên ku ziman, bawerî, çand û temenê wan ji hev cuda ne, bêyî xwesteka xwe li odeyeke nexweşxanê têne ba hev. Di vê odeya ku bav, mêr û yar li “derve” dimînin de; her çiqas birîn ...